Adar 04, 2022 19:09 Asia/Tehran
  •  Hêzên Sûriya Demokratîk: Îdiayên şandina şervanan ber bi Ukraynê ve derew in

HSDyê îdiayên dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirkiyê ku wan şervanên xwe ji bo şerê li Ukraynê şandine, derewandin û da zanîn ku ew hewldanên bêhêvî yên reşkirinê ne.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) duh li ser malpera xwe ya fermî têkildarî îdiayên dezgehên çapemeniyê  yên dewleta Tirkiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HSDyê de hate gotin: "Gotegot û îdiayên dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirkiyê ku me şervanên xwe şandine Ukraynê, derew in û tenê hewldanên bêhêvî ne ku dixwazin navê hêzên me xirab bikin. HSD hêzeke nîştimanparêz û sûrî ye, ji bo parastina xakê û gel tê dikoşe û li dijî êrişên hêzên terorîst û dagirker disekine. HSD bi hemû hêza xwe, erka xwe bi cih tîne û dê pêk bîne."
 

Serepeyv