Adar 02, 2022 09:21 Asia/Tehran
  • Sûriyê ji ber ku welatên rojavayî Konseya Mafên Mirovan weke darê destan bi kar tînin rexne kir

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê got: Mixabin welatên rojavayî mijara mafên mirovan weke hecetekê jibo destwerdana di karên navxweyî yên welatan da bi kar tînin.

Feysel Miqdad Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê herwiha bicihbûna hêzên Tirkiye û Amerîkayê li welat xwe dagirkerî bi nav kir û got: Em dibînin ku Amerîka û welatên rojavayî jibo dirêjkirina qeyrana Sûrîyê hewil dane û hewl didin, ew herwiha jinûveavakirina Sûrîyê asteng dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê di dewamê da got: Amerîka û welatên rojavayî naxwazin ku sûriyên aware bizvirin malên xwe. Ew ji wan pirsgirêkan in ku Şam bi wan re rûbirû ye, lê dewlet û gelê Sûrîyê desta ji têkoşîna xwe li himberî têrorîsmê nakişîne.

Feysel Miqdad herwiha got ku Sûrîyê bawerî bi gotûbêja avaker heye ku rêzê li hidûdên welatan, civakan û pirrcûrîya çandî û şaristanî ya wan bê girtin.

Serepeyv