Sibat 21, 2022 10:43 Asia/Tehran
  • Bandora qeyrana Ukraynê li ser rewşa kurdên Sûriyê

Berendamê serokatiya Fermandetiya navendî ya Amerîkayê vê dawiyê gotiye ku eger Rûsiye Ukraynê bigire, bêguman ew ê bikare lîstika li Sûriyê jî tevlihev bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Amerîka û çend welatên ewropî li gorî kombûna hêz û çekên rûsî li sînorê Ukraynê îdia dikin ku Mosko dixwaze vî welatî dagir bike.

Di vî halî da, ji ber ku Rûsiye û Amerîka li axa Sûriyê wek du lîstikvanên sereke û hevrik tev digerin, ev pirs tê holê ku gelo Rûsiyê dil heye ku rêbazeke wiha li Sûriyê bigire ber xwe û Amerîkayê ji navçeyên bin kontrola kurdên Sûriyê derxîne?

Jeneral Maykêl Korîla (Michael Kurilla) berendamê Joe Biden ji bo serokatiya fermandetiya navendî ya Amerîkayê an Centcom'ê hefteya borî di civîna Bihîstinê ya Kongreyê da gotibû ku eger Rûsiye Ukraynê bigire, ev welat di bidawîanîna lîstika li Sûriyê li ser xêra xwe jî dê tu şik û gumanê nede xwe.

 

Serepeyv