Welatiyên Sûriyê rê nedan karwanê leşkerî yê Amerîkî ku çûyîna xwe li rojhilatê Sûriyê bidomîne
Gundiyên parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê rê nedan karwanekî hêzên Amerîkî derbasî gundê wan bibe.
Herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê hertim bûne şahidê kiryarên şêniyên van herêman di derxistina karwanên hêzên dagîrker ên Amerîkayê û redkirina wan de. Ev gav wek bersivek li hember êrişkarî û talankirina çavkaniyên Sûriyê tê hesab
Amerîka li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê navçeyên ku bîrên neft û gazê lê hene dagîr kirine û talankirina çavkaniyên Sûriyê girtiye ber xwe ku eva bûye sedema hêrsbûn rayedar û xelkê vî welatî
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), nişteciyên gundê "Kerereş" li şaristana Qamişlo li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê, şeva Înê bi alîkariya hêzên artêşa Sûriyê rê li ber hêzên Amerîkayê girtin û nehêştin ew bikevin nav gund.