Sibat 18, 2022 17:05 Asia/Tehran
  •   Li Dêrazorê: HSDyê serkirdeyekî DAIŞê kuşt

Serkirdeyekî DAIŞê li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê hat kuştin û herwiha serkirdeyekî heman rêxistinê jî hate girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand, bi alîkariya encûmenên leşkerî yên xwecihî hêzên HSDê çend operasyonên ewlehî û leşkerî li dijî şaneyên DAIŞê, li navçeyên Dêrezorê encam dane.

Li gor daxuyaniya HSDyê di wan operasyonan de, hêzên HSDyê serkirdeyekî mezin û metirsîdar ê DAIŞê, bi navê “Ebû Hemze Şamiye”, li Dêrezorê kuştiye, û serkirdeyekî din jî di operasyoneke cuda de, bi navê “Şukrî Kemal Xelîl” girtiye.

Her li gorî zanyariyên HSDyê, ew herdu serkirdeyên DAIŞê bi gelek “karên terorî” li navçeyên Dêrezorê rabibûn û çek û teqemenî jî didane şaneyên veşartî yên DAIŞê, li wan deveran.

Berî çend rojan, li Reqayê, hêzên HSDyê berpirsekî darayî yê DAIŞê girtibû ku pere didane şaneyên veşartî yên DAIŞê ji bo encamdana êrîşan.

Serepeyv