Sibat 09, 2022 20:41 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li Amûdê otomobîlek bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li Amûdê otomobîlek bombebaran kir û di encamê de sivîlekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

 

Firokeyeke bîfiroekvan a Tirkiyê îro, 09/02/2022, di demjimêrên êvarî de, otomobîlek bombebaran kir.

Ligorî agahîyan ew êrişa li gundê Bihêre pêk hatîye ku dikeve ser rêya di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Tirkiyê otomobîleke din jî li gundê Xerzê topbaran kir, lê ti ziyaneke canî pêk nehatîye.

Li gor zanyariyan kesên ku di wê êrîşa Tirkiyê de birîndar bûn, bo nexweşxaneya Amûdê hatin rakirin.

Herwiha li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê û çekdaran gundê Til Ziyab ê li Zirganê jî dan ber topan.

Li gundê Ereb Hesen jî yê Minbicê di encama topbaraneke Tirkiyê de 2 jin birîndar bûn.