Sibat 09, 2022 07:03 Asia/Tehran
  • Li Efrînê girûpên çekdar 2 pîremêrên Kurd girtin

Polîsên serbazî, ligel istixbarata Tirkiyêya li bajarokê Cindirêsê yê herêma Efrînê 2 pîremêrên Kurd girtin ku heta niha cih û çarenivîsa wan ne diyar in.

 

Ligorî agahîyan îşkeceya rojane bi serê xelkê herêma Çiyayê Kurd li Efrînê çêdibe, guhertina dêmogirafîya herêmê didome û Efrîn ji xelkê xwe yê resen vala bibe.”

Her li nahiyeya Cindirês, 3 welatiyên Kurd ji gundê Şadêrê roja 19ê çille hatibûn girtin. Roja 5ê sibatê li hember fidiyeyê, ku her yekî di navbera 300-500 dolar de jê hatibû standin, hatine azadkirin.