Sibat 07, 2022 12:29 Asia/Tehran
  • Li Hesekeyê: UNICEF’ê serdana girtîgeha Sînaa kir

Hêzên QSD`ê derfet peyda kir ku UNICEF serdana girtîgeha Sînaa ya girtiyên DAIŞ`ê bike. QSD`ê destnîşan kir ku ji dema êrişên ve UNICEF rêxistina yekemîn e ku serdana girtîgehê dike.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) UNICEF`ê serdana girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekeyê kir. UNICEF’ê çavdêriya hucreyên zarokên ‘Eşbal El-Xîlafe’ kir û rewşa wan şopand.

Şandeya UNICEF`ê ji gerînendeyê ofîsa UNICEF`ê (Fona Navneteweyî ya Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) yê li Sûriyê Povictor Newland û gerînendeya ofîsa UNICEF`ê ya li Qamişloyê Natasha Stojkovska pêk hat.

Fermandarên QSD`ê rewşa meydanî û encamên êrişa li ser girtîgehê, îsyana girtiyan vegotin. Her wiha agahiyên têkildarî zarokên DAIŞ`ê bi şandeyê re parve kirin.

Ji êrişê û bi wir ve, UNICEF rêxistina yekemîn e ku serdana girtîgeha Sînaa dike.

 

Serepeyv