Sibat 04, 2022 11:40 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî: Me careke din li koka DAIŞê xist

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Ebdî (Kobanî) têkildarî kuştina Xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî di encama operasyoneke taybet a hêzên Amerîkayê de ragihand, “Bi hevkariya xwe ya xurt me careke din li koka DAIŞê xist.”

General Mezlûm Ebdî li rûpela xwe ya Twitterê amaje bi hevkariya di navbera hêzên HSDê û hêzên Amerîkayê di operasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî kiriye û Bi hevkariya xwe ya xurt me careke din li koka DAIŞê xist. Bila 121 kesên ku di êrîşa DAIŞê ya li ser Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, asûde bin.”