Operasyona kuştina Qureyşî
Sibat 04, 2022 09:45 Asia/Tehran
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, şeva borî bi fermana min hêzên serbazî yên Amerîkayê operassyoneke dije terorê bi serkeftin kirin. Şahidhalek jî behsa operasyona kuştina Qureyşî dike.
Biden dibêje, Hêzên Amerîkayê li bakurê rojavayê Sûriyê xelîfeyê DAIŞê Ebû Ibrahîm Haşim El-Qureyşî kuştin, û bi selametî vegeriyan.
Berpirsekî serbazî Amerîkî jî dibêje, Xelîfeyê DAIŞê Haşim El Qureyşî berî bê girtin xwe teqand.
Ev jî paşmayên operasyona taybet a hêzên Amerîkayê li bakurê Idlibê nêzîk sînorên Tirkiyê ne, ku berebanga roja pênşemê li dijî çend serkirdeyên Rêxistina Huras el-Dîn hatiye encamdan.