HSD Hevalbendîya Navnetewî bi hevkarîya digel Tirkîyê dijî Kurdistana Sûrîyê tawanbar kir
HSD Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞê tawanbar kir ku esmanê navçeyê ser balafirên cengê yên Tirkîyê da vekirîye jibo ku binkeyên HSD li Kurdistana Sûrîyê bobmebaran bikin.
Navenda Ragihandinê ya HSD di daxûyanîyekê da ragihand: Di siewt 10ê şevê ya 1ê Sibatê da balafirên cengê yên Tirkîyê navenda ceryanê li Dêrika Hemko wêran kirin herwiha di encamê da 4 karmendên wê navnedê şehîd bûn û 5 karmendên medenî jî birîndar bûn.
Herwiha êrişên Tirkîyê ser Kurdistana Sûrîyê bêyî agahdarîya Hevalbendya Navnetewî nayên encamdanê, tirkîye bi saya bêdengîya wê hevalbendîyê dixwaze rewatîyê bide êrişên ser HSD.
Ji hêla din va Mezlûm Ebdê Fermandarê HSD jî ragihand ku pişka zêde ya erka rawestandina êrişên Tirkîyê ser Kurdistana Sûrîyê ser milê Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞê ye.