Çile 31, 2022 14:49 Asia/Tehran
  •  QSD: Operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa bi dawî bûn

QSD’ê ragihand ku operasyonên lêgerînê yên li avahiyên girtîgeha Sînaa bi dawî kir û dê têkildarî vê yekê demeke nêz daxuyaniyê bide.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan operasyonên li avahiyên mayî yên li girtîgeha Sînaa bi dawî kirin û wiha got: "Di çarçoveya pêngava operasyonên berfireh ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dest pê kirine, em radigihînin ku operasyona lêgerînê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi dawî bû, her wiha radigihînin ku operasyonên lêgerînê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li avahiyên bakurê girtîgehê yên mayî bi dawî bûn.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî êrişa dawî ya li ser girtîgehê  dê di demekê pêş de daxuyaniyekê bide û agahiyên berfireh parve bike."

 

Serepeyv