Heseke; Di şerê li taxa Xiwêranê de 4 çeteyên DAIŞê hatin kuştin, yek hat girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD'ê, şaneya çeteyên DAIŞ'ê ya li kolana Axawat a taxa Xiwêranê xwe veşartibû têk bir. Li tevahî taxên bajar operasyonên lêgerînê berdewam in.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Beriya çend saetan, li kolana Axwat a taxa Xiwêranê, nêzî dibistana Fatîma Zehrayê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke DAIŞ'ê ya ji 5 çeteyan pêk dihat de şer derket.
Nûçegihanê ji taxê ragihand ku şaneya çeteyan hate bêbandorkirin, 4 çete hatin kuştin û yekî din kbirîndar bû, hate girtin.
Operasyonên lêgerînê li taxên Hesekê berdewam dikin.
Beriya saetekê jî di operasyona li nêzî firneya alî ya taxa Xiwêran de, 3 çete hatin girtin.
Ji aliyê din va hat ragihandin ku 3 çeteyên DAIŞ'ê li taxa Xiwêran hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD'ê, di çarçoveya operasyonên lêgerînê de 3 çeteyên DAIŞ'ê li taxa Xiwêran girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD'ê, 3 çeteyên DAIŞ'ê li derdora girtîgeha Sînaa, nêzî firneya alî ya taxa Xiwêran, girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê operasyonên lêgerînê li taxên bejarê Hesekê didomînin.