Çile 26, 2022 12:29 Asia/Tehran
  •  Berpirseke Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê:

Nezîre Gewriyê got, heta ku dewleta Tirkiyê destekê bide, wê xetereya çeteyên DAIŞ'ê û hewldanên zindîkirina wan bi dawî nebe û banga dîtina çareseriyeke bingehîn ji dosyaya kampa Holê û girtîgeha Sînaayê re kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Ji roja Pêncşema borî ve, piştî ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekeyê kirin ku 5 hezar çeteyên DAIŞ'î yên girtî lê hene, li taxê, bi taybet derdora girtîgehê, şer di navbera QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li aliyekî û çeteyên DAIŞ'ê li aliyekî din de didome.

 

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Rêveber a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê diyar kir ku bûyerên ku li girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekeyê diqewimin ne nû ne, ew di çarçoveya rêzehewldanên zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: "Her carê şaneyên DAIŞ’ê hewl didan ku çeteyan ji girtîgeha Sînaa birevînin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûyerên li girtîgehê kontrol dikin."

Nezîre Gewriyê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî karîn van planan pûç bikin û operasyonên lêgerînê berdewam dikin.

'DEWLETA TIRKIYÊ HEWL DIDE DAIŞ'Ê ZINDÎ BIKE'

Nezîre Gewriyê da zanîn ku şaneyên ku hewl didin çeteyên di girtîgeha Sînaayê de birevînin bi desteka îstîxbarata dewleta Tirkiyê dixwazin ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têk bibin.

Êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa, hemwextî êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku ji bo piştgiriyê berî dida Hesekê, pêk hatin.

Têkildarî mijarê, Nezîre Gewriyê diyar kir ku ev teveger nîşaneya piştgiriya dewleta Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ'ê re ye û wiha got: "Ev bûyer ne tesaduf in. Tirkiyê sûdê ji van bûyeran re digire da ku herêmên din dagir bike."

'BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ JI BO CÎHANÊ XETERIYEK MEZIN E'

Nazîre Gewriyê bal kişand ser bangên Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo çareseriyeke ji dosyayên kampa Holê û girtîgeha Sînaa re ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê tê de hene û got: "Kampa Holê û girtîgeha Sînaa li taxa Xiwêranê, wekî bombeyekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewamiya bêdengiya navneteweyî li hember daxwazên Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê metirsiyeke mezin li ser gelê Sûriyê û tevahî cîhanê çêdike."

Nezîre Gewriyê diyar kir heta ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, metirsiya çeteyên DAIŞ'ê û hewldanên zindîkirina wan bi dawî nabe û got, divê hemû welat piştgiriya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bikin û çareseriyekê ji bo çeteyên DAIŞ'ê û şaneyên wê li herêmê bibînin û ji bo wan dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê bang li gelên herêmê kir ku destekê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê.

 

Serepeyv