Çile 26, 2022 10:18 Asia/Tehran
  • QSD: 23 dîlên din ji destê çeteyên DAIŞê hatin rizgarkirin

QSD'ê ragihand di 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dîlgirtin, hatin rizgarkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandina QSD'ê bi daxuyeniyekê ragihand ku di saetên êvarî de 17 karmendên din ên girtîgeha Xwêranê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di operasyonên ewlehî û leşkeriyê de ku hêzên me vê sibehê pêk anîbû, 6 karmendên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin. Di operasyonek din de saet 22:00'an de hêzên me 17 dîlgirtiyên din rizgar bikin. Bi vê yekê hejmara dîlgirtiyên ku ji sibehê ve hatin rizgarkirin bû 23.

Operasyonên lêgerîn û ewlehiyê yên hêzên me di girtîgehê de berdewam in."

Serepeyv