Çile 25, 2022 20:36 Asia/Tehran
  • Beşar el-Ceferî: Gelê Sûriyê rastî terorîzma aborî hatiye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê rexne li dorpêçên tund ên li ser Sûriyê girt û got ku gelê Sûriyê li ber terorîzma aborî ye.

Li gorî rapora El-Mayadin`ê, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê Beşar Ceferî roja duşemê li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî amaje bi sepandina cezayên tund ên rojavayî li ser gelê Sûriyê kir û got ku tedbîrên bi zorê dê bibin terorîzma aborî ku welatiyên Sûriyê dike armanc.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir ku ev tedbîrên bi zorê mafê gelê Sûriyê ji bo jiyan, tenduristî, perwerde û geşepêdanê bi hemû şêwe û şikilên wê dike armanc.

Ceferî tekez kir ku Sûriyê bi 44 rêxistinên nehikûmî yên girêdayî karûbarên mirovî re li hev kiriye ku li Sûriyê kar bikin, û karê wan hêsan bike ji bo piştgirîkirina hewlên kêmkirina bandorên neyînî yên şer û qeyranê.

Yekîtiya Ewropa û Amerîka ji sala 2011ê ve ji bo piştgiriya terorîstan Sûriyê kirine armanca boykot û zextên curbicur.

Qanûna "Sezar" di sala 2019'an de ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hatiye pejirandin. Li gor vê qanûnê, hikûmeta Amerîkayê hewl da ku sizayên tund li ser sazî û kesayetên Sûriyê bisepîne û ew xistin nava rewşeke teng de. Di nav van sizayan de sînordarkirin an jî qedexekirina kirîna petrolê û blokekirina samanên Banka Navendî ya Sûriyê li Yekîtiya Ewropayê ye.

Serepeyv