Çile 25, 2022 10:09 Asia/Tehran
  •  HSD: 300 terorîstên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin

HSD'ê ragihand ku 300 terorîstên DAIŞ'ê yên ku di girtîgehê de bûn, xwe teslîm kirin û çekên xwe radest kirin, her wiha 8 terorîstên din ên DAIŞ`ê jî hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSD'ê têkildarî geşedanên dawî yên li Hesekê daxuyaniyek da û tê de ragihand: "Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5'ê sibehê girt ser avahiyeke girtîgeha ku terorîst tê de bûn, derdora 300 terorîstan xwe teslîmî hêzên me kirin.

HSDê herwiha ragihand ku operasyon li gorî plana hatiye diyarkirin berdewam e.

Hêzên HSDê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyona lêgerînê li taxa Xiwêran û serdegirtina şaneyên terorîst ên ku hewl dan destekê bin çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehê de didomîne. Ji ber hebûna sivîlan di herêmê de ku şane li hin nuqteyan wan wekî mertal bi kar tînin, hêzên HSDê bi hişyarî û baldariyeke mezin tevdigere. Di şerê li dijî şaneyan de, 8 çeteyên DAIŞ`ê kuştin.

HSDê her wiha diyar kir ku di vî şer û pevçûnê de şervanekî wê jî jiyana xwe ji dest da.

Serepeyv