HSD: Terorîstên DAIŞê di nav girtîgehê de bi sedan zarok wek mertala zindî bikar tînin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bang li Netewên Yekgirtî û Xaça Sor a Navdewletî dike da ku destêwerdanê bikin û zarokên ku ji aliyê DAIŞê ve wek mertalên mirovî tên bikaranîn, rizgar bikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de da zanîn, DAIŞê dora 700 zarokên DAIŞê yên di girtîgehê de girtî bûn, wek mertalên mirovî bi kar tîne, ev yek jî bûye astengî li ber pêşketina hêzên HSDê û kontrolkirina zîndanê.
HSD diyar dike, ew 700 zarokên DAIŞê bi armanca dubare pêgehandina wan û rizgarkirina wan ji hizra terorê, di jûrên cuda û taybet ên girtîgehê de bûn.
Herwiha HSDê di daxuyaniya xwe de bang li Netewên Yekgirtî û Komîteya Xaça Sor a Navdewletî kir, da ku destêwerdanê bikin û wan zarokan rizgar bikin, ji bo ku ji aliyê DAIŞê ve di operasyonên leşkerî de neyin bikaranîn.
Şeva Pêncşemê 20 vê mehê çekdarên DAIŞê êrişî zindana Guwêran a li bajarê Hesekê kirin ku dora 4 hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî ne û ji wê demê ve şer û pevçûn ji bo kontrolkirina zîndanê berdewam in.