Çile 23, 2022 10:50 Asia/Tehran
  •  PYD: Dewleta Tirkiyê jinûve girêdana xwe bi DAIŞ`ê ve eşkere dike

PYD`ê da zanîn ku dewleta Tirkiyê bi rêya êrişên li dijî Eyn Îsa, Şehba û Til Temirê her wiha êrişên DAIŞ`ê li ser Hesekeyê jinûve girêdana xwe bi DAIŞ`ê re eşkere dike da ku derfetê nede QSD`ê ku alîkariya hevalên xwe di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bike ku bersiva êrişa DAIŞ`ê bide.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Meclisa Giştî ya PYD`ê têkildarî rewşên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên DAIŞ`ê li Hesekeyê û êrişên dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê li dijî Eyn Îsayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di salvegera 4`emîn a dagirkirina bajarê Efrînê de dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewl dide tevlîheviyê û aloziyan li herêmên aram li Sûriyê derxe û jinûve girêdana xwe bi rêxistina terorîst a DAIŞ`ê re eşkere dike. Ji aliyekî ve herêmên Eyn Îsa, Kobanê û Şehbayê topbaran dike û ji aliyekî din ve jî şervanên QSD`ê li Temirê topbaran dike da ku derfetê nede wan ku alîkariya hevalên xwe di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bike ku bersiva êrişên terorîstên rêxistina DAIŞ`ê de didin ku di encama wê de 17 şervanên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dilsoz û sivîl şehîd bûne û 23 kes jî birîndar bûne."

Daxuyaniya Meclisa Giştî ya PYD`ê her wiha dibêje: "Em Meclisa Giştî ya PYD`ê dê bi QSD`ê re di yek rêzê de bisekinin ku ji bo parastina herêmê û şêniyên wê berdêlên mezin didin da ku aştî û aramiyê vegerînin û hemû planên terorîst li dijî herêmên me yên aram, têk bibin. Em teqez dikin ku her çiqas zehmetî zêde dibin îsrara me ji bo pêkanîna armancên me li hember civaka me û civakên cîhanê ji bo xurtkirina nirxên demokrasî û bidestxistina mafan de, zêde dibe. Em bejna xwe li hember şehîdên ku xwîna xwe ji bo bidestxistina ewlekarî û aramiyê feda kirine ditewînin û  ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."

Serepeyv