Çile 22, 2022 19:45 Asia/Tehran
  • Şêniyên bajarokeke Idliba Sûriyê dijî terorîstên Cebheya Nusreyê

Şêniyên bajarokeke parêzgeha Idliba Sûriyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî girtina welatiyên xwecihî ji aliyê çeteyên Cebheya Nusreyê va, li dijî dewleta xwebinavkirî ya vê komê derketin nav kolanan.

Li gorî rapora malpera Enbe Beledî, Roja Şemiyê welatiyên bajaroka Dêyr Hesanê li bakurê parêzgeha Idliba Sûriyê dijî koma terorîst a Taxima Tehrîrul Şamê (Cebheya Nusreyê ya berê) derketin nav kolanan.

Li gorî vê raporê, nerazîiyan bi rakirina parçenivîs û wêneyên xizm û kesên xwe yên girtî, daxwaza azadkirina wan kir.

 

Li gorî gotina neraziyan, terorîstan bê heger bi awayekî berfireh welatî girtine û bersiva tu kesî nadin.

 

 

Serepeyv