Asayişê ya kurdên Sûriyê li Hesekê qedexeya hatûçûn ragihand
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê qedexe ragihand û eşkere kir, “Xebatên me ji bo jinavibirina çeteyên DAIŞê berdewam e.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bûyerên li Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de diyar kir: “Di encama bûyerên dawîn ên li Hesekê de, hewldana çeteyên DAIŞê ku ji girtîgeha Xiwêran birevin û xwe di nava taxan de veşêrin, hêzên me dê bixebitin heta ku terorîstan tune bikin.”
Di daxuyaniyê de asayiş bang dike, “Li ser wê esasê em bang li gelê xwe dikin ku li gorî perspektîfên li jêr tev bigerin û bi me re bibin alîkar:
-Tevgera hatûçûnê li bajêr heta demeke nediyar hate rawestandin.
-Dema tevgereke biguman li bajêr hebe agahiyê bidin van hejmaran: 0997 512 256 - 0935 142 722.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez dike, “Heta tunekirina terorê û peydakirina ewlehiyê li herêmê, em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriya hêzên me bike da ku terorê bi temamî tune bikin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû di encama şer û aloziyên li girtîgeha Xuwêran a Hesekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.