Çile 19, 2022 20:55 Asia/Tehran
  • Heseke û Qamişlo ji berfê spî bûn; Ji ber barîna berfê rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê hatin girtin

Li Herêma Hesekeyê û bajarê Qamişloyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfeke zêde dibare.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Îro ji saetên sibê ve li bajarê Qamişloyê, herêmên Hol, Dirbêsiyê, navçeya Zirgan û Til Temirê yên Herêma Hesekeyê berf dibare. Bilindbûna berfê û zêdebarîna wê wê li her herêmekê cuda ye.

Li herêmê ji 2020’tan şûn de cara yekê ye berf dibare. Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê bi dewlemendiya xwe ya erdê zîraatê tê nasîn. Lê ji ber ku çend salên dawî li herêmê berf û baran nabare ziwabunek zêde heye. Ev ziwabûn herî zêde li ser zîraatê bandorek neyînî dike.

 

Li aliyê din herêm ev demek dirêje di bin dorpêçeke aborî de ye jî, ku xelkê herêmê ji ber vê dorpêça aborî zirareke mezin dibîne.

Barîna berf û baranê wê bandorek erênî li ser ziraatê bike û wê li aliyekî ruyê cotkaran bikene li aliyê din jî wê dorpêça aborî ku ev demek dirêje li ser herêmê tê pêkanîn bişkîne.

Barîna berfê li herêmê didome.

Ji aliyê din va, Ji ber barîna berfê rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê hatin girtin

Ji ber barîna berfê rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê ya Herêma Hesekeyê, hatine girtin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Ji ber zêdebarîna berfê, rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê ya Herêma Hesekê, hatine girtin.

Ji ber barîna zêde ya berfa li herêmê, rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê ya Herêma Hesekeyê ku wê bi navçe û herêmên din ên Herêma Hesekeyê ve girêdide, hatine girtin.

Li gorî agahiyên Komîteya Awarte ya Şaredariya Navçeya Dirbêsiyê, ji ber barîna berfê rêya navçeya Dirbêsiyê û navçeya Zirganê, rêya Dirbêsiyê û rêya navneteweyî (M4) û rêya Dirbêsiyê û navçeya Amûdê hatine girtin.

Ev her sê rêyên girtî navçeya Dirbêsiyê bi navçeyên Herêma Hesekeyê yên din ve girê dide.

Serepeyv