Çile 14, 2022 15:26 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê - Li Efrîn û Babê du teqînên xwekujîyê pêk hatin

Alozî û tevliheviyên li navçeyên Sûriyê ku Tirkiyê dagîr kirine, berdewam in û duh li Efrîn û Babê di heman demê de du teqînên xwekujîyê çêbûn.

Li gorî rapora Rûdawê, Li gor zanyariyan, li Efrînê kesekî xwekuj li nêzîkî otombîla çekdarekî grûpa Ehrar el-Şam bi navê Mêmatî Qeşqûş, li pêşiya baregeha sereke ya Ehrar el-Şam li nêzîkî Çarrêyana Kawa li naverasta bajarê Efrînê, xwe teqand.

Ji aliyekî din ve û di heman demê de, li bajarê Babê kesekî din li pêşiya termînala wî bajarî xwe teqand.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî ve di teqînan de herdu kesên xwekuj jiyana xwe ji dest dane û sivîlek birîndar bûye, herwiha zirarên maddî gihîştin cihên derdorê.

Serepeyv