Çile 09, 2022 20:08 Asia/Tehran
  • Serçeteyê Cebheya Nusreyê bi piştevaniya dronên amerîkî li bakurê Sûriyê gerriya

Çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Idlibê ragihand ku dronên amerîkî serçeteyê koma terorîst a Cebheya Nusreyê li navçeya sînorî ya Sûriye û Tikriyê parast.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Zuhûr Cewlanî serçeteyê koma terorîst a Cebheya Nusreyê di halekî da li navçeya Bab el-Hewayê li bakurê Idliba Sûriyê digerriya ku dronên amerîkî jî li ser vê navçeyê digerriyan.

Ev di halekî da ye ku Amerîka her sal îdia dike ku ew ê 10 miliyon dolarê bide her kesî ku agahiyan derbarê El-Cewlanî raber bike.

Çavkaniyên xwecihî yên li Idlibê ragihand ku ji destpêka roja Şemiyê va çeteyên El-Nisreyê tevdîrên giran ên ewlehiyê li navçeya Bab ul-Hewayê pêk anîbûn. Bi awayekî ku gelek nîşanbaz hatibûn bicihkirin.

 

 

Serepeyv