Li derdora qada petrolê ya El-Umer a li rojhilatê Sûriyê teqînek rû da
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku dengê teqîneke mezin li nêzîkî qada petrolê ya El-Umer li derdora Dêrazora Sûriyê hat bihîstin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnik`ê, çavkaniyên xwecihî li derdora Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê îro ragihandin: dengê 8 teqînan li bajarok û gundên derdora qada niftê ya El-Umer ku yek ji mezintirîn bîrên petrolê li Sûriyê ye û koalîsyona Amerîkî wê wek mezintirîn baregeha xwe li rojhilatê Sûrîyê bikar tîne, hat bihîstin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku ew teqîn bi sedema avêtina 8 mûşekan pêk hatine ku çavkaniya wan ne diyar e, lê dibe ku ew teqîn ji deverên başûrê rojhilatê çemê Firatê û ji biyabana bajarê El-Meyadîn hatine avêtin.
Hefteya borî jî baregehên hevpeymaniya Amerîkayê li kêlgeha petrolê ya El-Umer û kargeha gazê ya Konîco bûn armanca mûşekan.
Qada gazê ya Konîko ya ku ji aliyê Amerîka ve hatiye dagirkirin (20 km dikeve bakurê rojhilatê Dêrazorê) yek ji mezintirîn zeviyên gazê yên Sûriyê ye.