Kanûn 31, 2021 16:06 Asia/Tehran
  • Behreynê piştî 10 salan balyozê xwe li Sûriyê destnîşan kir

Behreynê roja Pêncşemê destnîşankirina yekem balyozê xwe bo Sûriyê piştî nêzîkî deh salan ragihand, di demekê de ku welatên kendava Farsê kar dikin bo vegerandina peywendiyên xwe yên bi Şamê re ku beriya deh salan bi sedema derketina şerê navxwe li Sûriyê, peywendiyên xwe yên ligel wî welatî qut kiribûn.

Mîrê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe, biryara herî dawî ya sala 2021 derxist û têde balyozê welatê xwe li Şamê diyar kir. Li gor wê biryara hejmar 124, Wehîd Mubarek Seyyar, bû balyozê Behreynê li Sûriyê.

Ajansa nûçeyan a Behreynê ragihand ku Şêx Hemed Bin Îsa Al Xelîfe bi biryarnameyekê "Balyoz Wehîd Mubarek Seyyar bi navê Balyozê Awarte û Desthilatdar li Komara Erebî ya Sûriyê wek serokê nûneratiya dîplomatîk a Mîrektiya Behreynê li Komara Erebî ya Sûriyê destnîşan kir".

Omanê sala bihorî balyozê xwe li Şamê diyar kir, di demekê de Îmarat ji aliyê Karmendê Karûbar ve tê nûneratîkirin.

Wezîrê Derve yê Îmaratê Abdullah Bin Zayid Al Nahyan, meha bihorî serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar El Esed re hevdîtin pêk anî. Ew serdan, yekemîn serdana karbidestekî pilebilind ê Îmaratî bo Sûriyê piştî 10 salan bû. Welatên Kendava Farsê ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re qut kirin.

Cêgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar Ceferî pêştir ragihandibû ku balyozxanên 14 welatan li Sûriyê kar dikin.

Nûnerê UN ji bo Sûriyê Geir Pedersen jî gitibû ku êdî helwesta Amerîka û gelek welatên erebî weke berê li hemberî Serokê Sûriyê tund nîne.

Serepeyv