Kanûn 28, 2021 16:49 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser a bakur-rojhilata Sûrîyê: Me 323 jin û zarokên DAIŞê radestî welatên wan kirine

Di sala 2021ê de, Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê 323 jin û zarokên DAIŞê radestî welatên wan kirine.

Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser hûrgiliyên hejmar û regeznameya jin û zarokên  DAIŞê ku di sala 2021ê de ji bo welatên wan hatine radestkirin aşkira kirin.

Li gor lîsteya ku Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser daye çapemenîyê, di sala 2021ê de, 323 jin û zarokên DAIŞê ji bo welatên wan hatine radestkirin ku ji wan 66 jin in.

Li gor amaran ew jin û zarok ji bo 19 welatan hatine radestkirin û hejmara herî mezin welatiyên Ozbekistanê bûne ku 24 jin û 68 zarok bûne.

Serepeyv