Rêjîma Sîyonîst bi mûşekan êrişî bendera Laziqîye ya Sûrîyê kir
Kanûn 28, 2021 14:22 Asia/Tehran
Medyaya Sûriyê ragihandiye ku serê sibeha îro sêşemê sîstema berevaniya esmanî ya artêşa wî welatî rûbirûyî êrîşeke mûşekan a Îsraîlê bûye ku Bendera Laziqiye armanc kiriye û di encamê de agir bi çend kontêneran li wê benderê ketiye.
Medyaya fermî ya Sûriyê ragihandiye ku rêjîma Îsraîlê demjimêr 3.21 xulekên serê sibeha îro çend mûşek avêtine ku mertala berevanîya hewayî çend mûşek têk birine lê di encamê da agir berûye beşeke Meydana Kontêneran li Bendera Laziqiyê.
Piştî vê bûyerê komên agirvemirandinê ketine dewrê û agir vemirandine.
Rêjîma Sîyonîst hertim bi merema piştgirîya ji têrorîstan êrişî çeperên artêşa Sûrîyê û binesazîyên vî welatî dike.