Kanûn 26, 2021 18:45 Asia/Tehran
  • Têkçûna rewşa aborî li herêmên di bin kontrola kurdên Sûrîyê da

Rojnama Têlêgirafê hişyarî da ku kiryarên hikûmeta Tirkîyê di 2 salên buhurî da têkildarî sepandina diravê vî welatî ser gelên deverên bakur û rojhilata Sûrîyê bûne sebeb ku nika ew navçana ligorî daketina bihaya lîrê tirka, pêrgî qeyraneke berfire ya aborî bibin.

 

 

Rojnama Têlêgirafê nivîsî ku deverên di bin kontrola hêzên kurd ên Sûrîyê da li bakur û bakur-rojhilata vî welatî da ku di encama opêrasyonên di salên 2018 û 2019ê da hatine dagirkirinê, van rojana pêrgî gellek pirsgirêkan bûne ji wan kêmbûna çavkanîyên avê, hişkesalî û bisînorbûna têkilîya bi cîhana derve ra.

Rojnama Têlêgirafê di rapora xwe da amajeyî hişkesalîyên di çend salên vê dawîyê da ji ber kêmbûna baranê û kêmkirina ava Dicle û Firatê ji hêla Tirkîyê va kirîye û derheq valabûna bakur û bakur-rojhilata Sûrîyê ji xelkê hişyarî daye û nivîsîye ku abora vê herêmê ku di 2 salên buhurî da bi hegera kiryarên hikûmeta Tirkîyê û hewildanên wê jibo berbelavkirina lîrê tirka dewsa diravê Sûrîyê nika ji ber daketina bihaya lîrê tirka pêrgî qeyranê bûye.