Kanûn 26, 2021 14:30 Asia/Tehran
  • Îsal di êrîşên DAIŞê di 230 kesan canê xwe ji dest dane

Hat ragihandin ku li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser di sala 2021ê, di êrîşên şaneyên DAIŞê ser xelkê sivîl û HSDê da nêzîka 230 kesan canê xwe ji dest dane.

Navenda Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku DAIŞê îsal Kurdistana Sûrîyê 342 carî êrişî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Asayîş û sivîlan kirîye.

Li gorî vê raporê, li navçeyên Rêveberiya Xweser (Heseke, Reqa, Dêrezor û Helebê) sala 2021ê, di 342 êrîşên şaneyên DAIŞê de bo ser xelkê sivîl û HSDê nêzîka 230 kesan canê xwe ji dest dane ku 93 sivîl û 135 kes jî şervanên HSDê û Asayîşê bûne.