Kanûn 25, 2021 18:27 Asia/Tehran
  • Girtina yek ji metirsîdartirîn emîrên DAIŞê li Sûriyê

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a kurdên vî welatî eşkere kir ku hêzên HSDê yek ji metirsîdartirîn emîrên DAIŞê destgîr kir.

Rêveberê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, emîrê ku hatiye girtin êrîşa bo ser Kobaniyê ya sala 2014an jî di nav de beşdarî gelek êrîşan bûbû.

Ferhad Şamî, Rêveberê Navenda Ragihandina HSD herwiha got, emîrê ku hatiye girtin destê wî di gelek komkujiyan de li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûye.

Ferhad Şamî di tweeta xwe de wiha dibêje “Di vê roja pîroz de hêzên me girtina yek ji emîrên herî metirsîdar ê DAIŞ’ê ku di sala 2014’an de beşdarî êrîşa li dijî Kobanê bû û gelek komkujî li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, hate girtin. Îtirafên wî dê di demek nêzîk de bêne weşandin.”

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên têrorîst ên ku Erebistan, Tirkiye, Emerîka û hevalbendên wan piştgirîya wan dikin, ji bo guhertina hevkêşeya navçê bi qazanca Rejîma Siyonîst destpê bû.

Serepeyv