Kanûn 22, 2021 11:36 Asia/Tehran
  • Êrîşa topxaneya Tirkiyê ser parêzgeha Hesekeya Sûriyê

Artêşa Tirkiyê roja Sêşemiyê careke din cihwarên jiyanê li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê Sûriyê dan ber êrîşên topxaneyê.

Kanala Exbariyê ya Sûriyê ragihand, Topxaneya artêşa Tirkiyê navçeya Ebû Rasînê li derdora Til Temirê li parêzgeha Hesekeyê daye ber êrîşê.

Di vê êrîşê da sê welatiyên sivîl ji wan 2 jin hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê her wiha bajaroka Zerkanê û gundên derdora vê bajarokê li parêzgeha Hesekeyê dan ber êrîşê.

Tirkiye ji piştgirên sereke yên komên terorîst li Sûriyê ye.

Artêşa Tirkiyê di mehên dawiyê da bi caran ji bo piştgiriya ji terorîstan, baregehên artêşa Sûriyê û cihwarên jiyanê li vî welatî dane ber êrîşê.

Aniha hin navçeyên bakurê Sûriyê di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê da ne.

 

Serepeyv