Kanûn 14, 2021 16:45 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî ya Tirkiyê ser hêzgeha elektrîkê ya Hesekeya Sûriyê

Çavkaniyên sûrî ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi Enqerê hêzgeha elektrîka Til Temirê li derdora bajarê Hesekeyê li bakurê Sûriyê bi mûşekan dane ber êrîşê.

Li gorî rapora SANA Newsê, Hêzgeha elektîrka Til Temirê li derdora bakurê rojavayê Hesekeyê roja Sêşemiyê ragihand, ji ber xisarên lêketî li beşa dabînkirina wê di encama êrîşa mûşekî ya hêzên dagirker ên Tirkiyê û komên kirêgirtî yên ser bi vî welatî, ji kar ketiye.

Enver Elke Rêveberê şirketa elektrîka Hesekeyê got: Ji ber vê êrîşê hêla elektrîka pirrhêz a 66 Kw a dabînkirina elektîrka gundên Um Keyf û Til Cumeyê li bakurê Til Temirê tûşî ziyanê bûye.

Roja 6ê Çileya 2021ê jî ev hêzgeh kete ber êrîşa artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi Enqerê ku di encamê da hat jikarxistin.

 

Sana Newsê pêştir ragihandibû ku hêzên dagirker ên Tirkiyê malên welatiyên gundê Tewîleyê li rojavayê bajarê Til Temirê dabûn ber topan ku di encamê da ziyan li mal û milkên wan ketibû.

Rayedarên sûrî hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê, wek mînaka Dagirkeriyê dizanin û bi acran daxwaaza derketina van hêzzan ji bakurêl welatê xwe kiriye.

 

Serepeyv