Rûsyayê pêgehên terorîstên DAIŞê li biyabana El-Misrib a Sûriyê bordûman kir
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî 8 êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê yên li biyabana El-Misrib a gundewarê Dêrazorê pêk anîne.
Ji aliyekî din ve, piştî êrişên DAIŞê bo ser hêzên hikûmeta Sûriyê û Lîwaya El-Qudis El-Filestînî ya ser bi hikûmetê ve ku di encamê de 25 endamên hêzên hikûmetê û wê grûpa hatibûn kuştin, hêzeke mezin a hikûmeta Sûriyê li gel grûpên gelanî yên çekdar ên ser bi wî welatî ve li biyabana El-Misrib hatiye belavkirin.
Ji destpêka Kanûnê ve heta niha zêdeyî 89 êrîşên esmanî ji aliyê balefirên Rûsya û Sûriyê ve bo ser DAIŞê li çolistana Sûriyê hatine kirin.
Ew demeke koma terorîst a DAIŞê liv û tevgerên xwe li biyabanên Sûriyê zêde kirine û gelek caran êrîş birine ser binkeyên hêzên hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar ên ser bi Şamê ve.