Kanûn 12, 2021 20:28 Asia/Tehran
  •  Pedersen û Miqdad geşedanên Komîta Destûrê gotûbêj dikin

Ji bo gotûbêjkirina proseya siyasî û danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyê, Şandeyê Neteweyên Yekgirtî (NY) Geir Pedersen gihîşt Şamê.

Rojnameya “Al-Watan” a Sûriyî belav kir, Pedersen ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re civiya û egera lidarxistina gera 7emîn a Komîteya Destûrê gotûbêj kirin.

Wê rojnamê destnîşan kir, muhtemel e Pedersen li Şamê bi Serokê Komîteya Destûrê Ehmed El-Kizberî, Balyozê Rûsyayê li Şamê û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya li Sûriyê re bicivie.

Li gor wê rojnamê, biryar bû di nava vê mehê de gera 7emîn a Komîta Destûrê bihata lidarxistin, lê ji ber belavbûna vîrûsa “Omicron” heta piştî sersalê hate paşxistin.

Heta niha şeş gerên xebatên Komîta Destûrî li Cenevê hatine kirin. Li gor şopîneran, ji ber helwestên rejîmê ku red dike bikeve nav karên nivîsandina destûrê, ew danûstandin bi ser neketin.

Serepeyv