Mijdar 23, 2021 14:22 Asia/Tehran
  • Welatiyên Sûrî rê li ber derbasbûna karwanê leşkerî yê Amerîkayê girtin

Karwanekî hêzên Amerîkî li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê ku dixwestin derbasî herêmê bibin ji aliyê welatiyên Sûriyê ve hat astengkirin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), çavkaniyên xwecihî şeva Duşemê ragihandin ku hin welatiyên Sûriyê û zarokan ji bo rêgirtin li derbasbûna karwanekî leşkerî ya Amerîkayê ji gundê Hemo yê parêzgeha Hesekê re, kevir avêtinê û di encamê de maşînên zirihî yên amerîkî neçar man paşde vekişin û vegerin cihê ku jê hatine.

Berî naha rojnameya New York Times belav kiribû ku Amerîka di dema şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê ji ber bombebaranên hewayî bi dehan jin û zarok kuştin û birîndar kirin û artêşa Amerîkayê li Sûriyê sûcdar e ku gelek tawanên cengê kirine.

Amerîka bi behaneya şerê li dijî DAIŞê li hinek deverên Sûriyê bi cih bûye, lê hikûmeta Şamê hebûna Amerîkayê neqanûnî dizane û daxwaza vekişandina wê dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad derbarê berdewamiya hebûna leşkerî ya Amerîkayê de got: Tiştê ku eşkere ye ev e ku hebûna leşkerî ya Amerîkî li Sûriyê neqanûnî ye û divê di zûtirîn dem de bidawî bibe. Sûriye êdî nikare berdewamiya hebûna Amerîkiyan li ser axa xwe tehemûl bike.

Serepeyv