Mijdar 23, 2021 13:27 Asia/Tehran
  • HSD: Rapora The Guardian ne raste û belgeya wê saxte ye

Navenda Ragihandina HSD ragihand, rapora Guardian ne rast e û belgeya ku belav kirine saxte ye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûrya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, rojnama The Guardian ya Brîtanî ketiye xefka saxtekariyê de û rapora ku derbarê berdana girtiyên DAIŞî ji zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember pereyan belav kiriye, ew yek ne rast e û ew bi yekcarî vê yekê red dikin. Tevî ku wan berê tekez kiribû, ew belgeya ku bi raporê re hatiye hevpêçkirin, saxte ye.

Herwiha Navenda Ragihandina HSDê diyar kir ku wan ji rojnameyê re name şandiye û derbarê wê saxtekariya ku ketinê de li benda zelalkirinê ne.

Rojnama Brîtanî ya "The Guardian" nûçeyek belav kiribû ku endamên berê yên DAIŞê yên ku li bajarê Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê di girtihehên bin kontrola HSDê de ne, di berdêla `plana lihevahatinê` de bi 6 hezar euro hatine berdan. Lê Berdevkê HSDê Ferhad Şamî der barê mijarê de ji Rojnama Guardianê re axivî û diyar kir ku belgeyên ku kesên navborî di berdêla berdana wan de îmze kirine derew in û got ku pratîkeke wiha tune.

Serepeyv