Bethîne Şeban: Şerê li dijî Sûriyê durûtiya Welatên Rojava derxist holê
Şêwirmenda serokomarê Sûriyê got: "Tevî ku di hemû waran de şer li ser Sûriyê û gelê wê ferz kirin, lê welatên Rojava nekarî hişmendiya gelê Sûriyê kontrol bike."
Li gor nûçeya Russia Today TV; Şêwirmenda siyasî û medyayî ya Serokê Sûriyê Bethîna Şeban got: "Piştî eşkerebûna rastiyên şerê li dijî Sûriyê, li kêleka van rastiyan gelek deng li cîhana rojava hatin bihîstin".
Şebanê her wiha got: Piştî ku komên çekdar ên terorîst berî çend salan derbasî hejmareke mezin ji bajarên Sûriyê bûn, Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê hevsengiyên meydanî guhertin.
Şêwirmenda Beşar Esed got: “Îro em şahidê destpêkirina qonaxeke nû ya dîrokî di proseya peywendiyên welatên Erebî bi Sûriyê re ne.
Xaka Sûriyê bi her nirxî dibe bila bibe, dê dîsa vegere axa Sûriyê.
Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariya şêwirkarên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê û bi piştevaniya Rûsyayê koma têrorîst a DAIŞê li Sûriyê têk bir û dosyaya vê komê girt.