Mijdar 19, 2021 21:06 Asia/Tehran
  • Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûrîyê: Me tu planek jibo vekişîna ji Sûrîyê tineye

Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûrîyê di Konfiransa Aştî û Ewlehîya Rojhilata Navînê da ragihand ku vekişîna 15 salan berî nika ya hêzên amerîkî ji Iraqê dubare nabe û Waşîngtonê tu planek jibo vekişîna ji Sûrîyê tineye.

 

Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûrîyê di Konfiransa Aştî û Ewlehîya Rojhilata Navînê ku li zanîngeha amerîkî ya Duhokê hat lidarxistinê da, derbarê derketina hêzên amerîkî ji Iraq û Sûrîyê da got ku welatê wî tu planek jibo derketin an kêmkirina serbazên xwe li Sûrîyê tineye û dewleta Jeo Biden, bi aşkirayî ragihandîye ku karê li Sûrîyê didomîne û plana dewletê dewama mayîna li Iraqê û piştgirîya ji hêzên iraqî û pişikdarîya di perwerdekirina leşkerî ya wan da ye.

Rabêrt Ford herwiha ragihand ku ligorî nêrîna wî tu leşkerekî amerîkî ji Rojhiêata Navînê dernakeve û derketina 15 salan berî nika ya hêzên amerîkî ji Iraqê dê careka din dubare nebe.

 

 

 

 

Serepeyv