Mijdar 18, 2021 14:01 Asia/Tehran
  • Moskow: Em li dijî wê yekê ne ku li nava Sûriyê hebûneke

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê dibêje: welatê wan li dijî her hewldaneke damezrandina hebûneke "weke dewletê" li nav axa Sûriyê ye.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANA, Moskow diyar dike ku divê rêz li serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê were girtin û destdirêjiyên Rejîma Îsraîlê jî dubare nebin.

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev dibêje: “Hewldanên damezrandina hebûneke weke dewletê li Sûriyê nayê qebûlkirin.”

Aleksandr Lavrentyev diyar kiriye ku Rûsya rijd e li ser parastina yekparçebûna axa Sûriyê û rêzgirtina li serweriya wê û dubare nebûna destdirêjiyên Rejîma Îsraîlê.

Ev helwesta Nûnerê Serokê Rûsyayê di kongreyekê de hatiye ku îro li Şamê di çarçoveya civîna herdu desteyên hemahengiyê yên Rûsya û Sûriyê de kongreyek li ser vegera penaberên Sûriyê hatiye sazkirin.

Aleksandr Lavrentyev herwiha gotiye: “Divê em berdewam bin di şer û têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de bi taybetî li Idlibê, herwiha divê rêkeftinên ku Tirkiyê îmze kirine, werin cîbicîkirin û ew welat berpirsyariya êrîşên terorîstî bigre ser xwe, ku li wir rûdidin. Divê li deverên rojhilatê Sûriyê şerê terorê were kirin.”

Serepeyv