Mijdar 14, 2021 14:30 Asia/Tehran
  • Şandeka wezareta derve ya Amerîka bi berpirsên HSDê re civiya

Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi berpirs û fermandeyên HSDê re civiya.

Li gor malpera (HSD), Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk, Ethan Goldrich kir.

Di civînê de, her du aliyan dawî pêşhatên herêmê û Sûriyê gotûbêj kirin. Şanda Amerîkî jî tekezî li ser giringiya parastina rêkeftina kêmkirina rageşiyê, agirbesta li herêmê û Sûriyê bi giştî û berdewamkirina hewlên ji bo têkbirina bi yekcarî ya DAIŞê kir.

Her wiha di civînê de, rewşa ewlehî û aborî ya li herêmê, riyên zêdekirina alîkariyên mirovî ji wan re û bihêzkirina jêrxane û geşepêdana aborî ji bo parastina ewlehî û aramiyê hatin gotûbêjkirin.

Hikûmeta Sûriyê pêwendiyên navbera Amerîka û HSDê ji bo talankirina çavkaniyên siruştî û nefta Sûriyê dizane û wê şermezar dike. 

Serepeyv