Mijdar 14, 2021 11:06 Asia/Tehran
  • Şerq El-Ewsat: ‘5 Armancên Amerîkayê li Sûriyê hene, lê derxistina Îranê di nav wan de cih negirtiye’

Rojnama Şerq El-Ewsat ya çapa Londonê derbarê armancên Amerîkayê li Sûriyê nivisiye: “Tîma rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden forma dawî ya armancên Amerîkayê yên li Sûriyê diyar kir. Berovajî rêveberiya Donald Turmp, di nava van 5 armancan eşkerekirî de derxistina Îranê ji Sûriyê tuneye.

Li gor nivîsîna Şerq El-Ewsat, armancên hikûmeta Biden li Sûriyê wiha ne; hêzên Amerîkayê dê li bakur û rojhilatê Sûriyê bin û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê wê bidome. Ya din alîkariya mirovî bi rêya sînoran. Ya sêyem parastina agirbestê, ya çarem piştgiriyê bide hesabxwestinê, mafên mirovan û dev ji çekên wêrankirinê werin berdan. Ya pêncan pêşxistina xebatên aştiyê li gorî biryara 2245’an û destekê bide aramiya dewletên cîran.

Ji ber wê fermandarê hêzên Amerîkayê Kenneth McKenzie bi awayekî veşartî piştî vekişîna ji Efganistanê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û HSD agahdar kir ku dê hêzên wan ji herêmê dernekevin. Her wiha rêveberiya Amerîkayê fişar li serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir ku êrişî herêmê neke ji bo bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ`ê neke. Ji vir xuya dibe ku hêzên Amerîkayê dê heta bidawîbûna dema serokatiya Biden li herêmê bin.

Li ser asta dîplomatîk, rêveberiya Biden her tim daxuyaniyan dide û tê de piştgiriya agirbesta giştî ya li Sûriyê û aktîfkirina xebatên siyasî û guhertina destûrê li gorî biryara 2245 kir. Her wiha gelek guhertinên çêbûn di nav de li ser asta jeosiyasî ya têkildarî helwesta wê ya ji hebûna Îranê li Sûriyê. Ev helwesta berovajî ya rêveberiya Donald Turmp e. Rêveberiya Biden 5 armanc danîne pêşiya xwe lê di nav de derxistina Îranê ji Sûriyê tuneye.

Tê payîn ku tîma Amerîkayê 2`yê Kanûnê li Brukselê di civîneke piştî kongreya Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê de armancên nû yên Amerîkayê ji hevalbendên Waşîngtonê re pêşkêş bike.”

Serepeyv