Operasyona dijî terorê ya artêşa Sûriyê li parêzgehên Idlib û Hemayê
Artêşa Sûriyê duh Şemiyê topxane û navendên kombûna terorîstan û çeteyên Tirkiyê li parêzgehên Idlib û Hemayê li rojavayê Sûriyê topbaran kirin.
Kanala El-Meyadîn a Libnanê ragihand ku topxaneyên artêşa Sûriyê baregeh û çeperên têrorîstên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) li devera El-Sermaniye li derdora bakurê rojavayê Hemayê, herwiha Benînê li derdora başûrê Idlibê kirin armanc. Di vê operasyonê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.
Parêzgehên Idlib û Hemayê dawîn baregehên terorîstan li Sûriyê ne.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên têrorîst ên ku Erebistan, Emerîka û hevalbendên wan ên wekî Tirkiyê piştgiriya wan dikin, ji bo guhertina hevkêşeyên navçê li gor berjewendiya Rejîma Siyonîstî dest pê kir.
Artêşa Sûriyê bi alîkariya Komara Îslamî ya Îranê û bi piştevaniya Rûsyayê dosyaya koma têrorîst a DAIŞê li Sûriyê girê da û terorîstên din ku piraniya wan ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin jî ber bi têkçûnê dimeşin.