Mijdar 10, 2021 14:01 Asia/Tehran
  • Rûsya hewl dide navbênkariya Şam û kurdên Sûriyê bike

Rûsya hewl dide ku navbênkariyê di hikûmeta Sûriyê û teşkîlata deshilat a Kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser de bike, ji bo bigihin rêkeftinekê li ser rewşa Sûriyê û bakur û rojhilata Sûriyê.

Rûsya hewlên xwe zêdetir kirine, ji bo navbênkariya di navbera hikûmeta Sûriyê û opozisyonê, û hikûmeta Sûriyê û Kurdan de, lê tekez dike ku Kurd ne yekrêz in û dijminatiya hevdû dikin.

Çavên civaka kurdên Sûriyê li rêkeftinekê di navbera  teşkîlata bi navê Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ye.

Vê rêveberiya radigihîne, ew amade ye bê merc bi berpirsên Şamê re bicive, lê her mercên hikûmetê bi wan giran û dijwar in.

Berdevkê vê rêveberiyê Luqman Ehmê ji Rûdaw re got: “ Ti gotûbêj û diyalog di navbera me û hikumeta Şamê de tine ye. Rêveberiya Xweser dixwaze ku ev yek hebe ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi şêweyekî aştiyane û demokratîk, lê mixabin heta niha em wek Rêveberiya Xweser di wê têkoşînê de biserneketine. Ji ber ku hişmendiya hikûmet Sûriyê diyalogê erê nake, hevdîtinên me yên bi dewleta Rûsî re em her dem daxwazê ji wan dikin fişarê li ser hikumeta Sûriyê bike û bi awayekî cidî beşdariyê li danûstandinan bike.”

Rûsya ji bo lihevkirinekê di navbera hikûmeta Sûriyê û teşkîlata bi navê Rêveberiya Xweser de tevdigere. Siyasetmedarên Rûs dibêjin, Rûsya gefên Tirkiyê li hember vê rêveberiyê bikar tîne, da ku ew deverên bin destê xwe radestî hikumetê bike.

Serepeyv