Lavrov li Moskowê bi nûnerên opozîsyona Sûriyê re axivt
Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê li Moskow li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û cîgirê wî civiya û Lavrov di hevdîtinê de piştgiriya welatê xwe ji serwerî û yekparçeyîya xaka Sûriyê re tekez kir.
Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ya bi serpereştiya Serokê Teya El-Xed, Ehmed Cebra û endamtiya her yek ji Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Melle û Serokê Rêxistina Aşûrî ya Demokrat Dawûd Dawûd bi seredanekê li Rûsyayê ye.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Rûsya, roja Înê, şanda Bereya Aştî û Azadiyê li Moskow, li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya û herdu aliyan rewşa Sûriyê û pêwistiya pêşdebirina proseya siyasî ya Sûriyê li gorî biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya 2254, gotûbêj kirin.
Wezareta Derve ya Rûsya di daxuyaniya xwe de dibêje, ku aliyê Rûsî di hevdîtina li gel şanda Beraya Aştî û Azadiyê de, tekezî li ser piştgiriya xwe ya hertimî ji serweriya Komara Erebî ya Sûriyê û yekparçetiya xaka wê re kiriye, herweha tekezî li başkirina rewşa mirovî û nûavakirina Sûriyê kiriye.
Herweha Wezareta Derve ya Rûsya diyar dike, her roja Înê, şanda Beraya Aştî û Azadiyê, li gel Cîgirê Wezareta Derve ya Rûsya û Nûnerê Serokê Rûsya ji bo Rojhilata Navîn û Afrîqayê Mikhail Bogdanov jî civiya û rewşa Sûriyê bi hûrî gotûbêj kirin.
Ofîsa ragihandinê ya Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha ragihand ku Sergey Lavrov dê serokatiya şandekê bike bo Konferansa Navdewletî ya derbarê Rewşa Lîbyayê ku biryare 12ê Mijdarê li Parîsê were lidarxistin.
Di konferansa navneteweyî ya li ser Lîbyayê de, nûnerên hikûmeta demkî ya Lîbyayê û serokên welatên ku beşdarî konferansa Berlînê bibûn, beşdar dibin.