Mijdar 02, 2021 00:03 Asia/Tehran
  • Amadebûna komên Kurd ên Sûriyê ji bo danûstandinên rasterast ligel Şamê

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl tekez kir ku divê çareserî li gel hikûmetê pêk bê û ragihand, ew ji bo diyalogeke rasterast a bi hikûmeta Sûriyê re amade ne. Aldar Xelîl eşkere jî kir, “Em li ser formeke din difikirin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl di hevpeyvînekê bi televîzona kurdên Sûriyê re behsa çareserkirina krîza Sûriyê û egera lihevkirina teşkîlata bi navê Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê kir.

Aldar Xelîl amaje bi wê kir ku hikûmeta Sûriyê heta niha jî li qada navdewletî xwedî rewatiyekê ye û nûnertiya xelkê Sûriyê dike û got, “hin herêmên Sûriyê di bin serweriya wê de ne. Ji bo em bigihêjin çareseriyê, divê rêkeftin bi hikumeta Şamê re pêk were.”

Aldar Xelîl biryara 2254 a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekûbyî (NY) ya taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê bibîr xist û got, “Li Cinêvê xebatên têkildarî wê biryarê berdewam in” û got, “Tevî ku ev hewldan bi ser nakevin û nagihêjin ti encamê jî, lê ew jî bi vê hikûmetê re danûstandinan dikin. Ev tê wateya ku ew li xwe mikur tên ku bêyî danûstandin û diyaloga bi hikûmetê re, çareserî ne pêkan e.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl, eşkere kir ku ew li ser formekê dixebitin û got, “Divê çareserî bi hikûmeta Şamê re be, ne li Cinêvê lê belê li Şamê.”

Aldar Xelîl diyar kir, divê “em wekî welatiyên Sûriyê li hev bicivin û çareseriyan pêşkêş bikin û bigihijin formeke çareseriyê ji bo hemû dozên li Sûriyê.”

Herwiha Aldar Xelîl amadebûna teşkîlata bi navê Rêveberiya Xweser û PYDê ji bo diyalogeke rasterast a bi hikûmeta Sûriyê re ragihand, “beyî ku biçin Cinêvê yan jî deverên din.”

Serepeyv