Cotmeh 29, 2021 23:12 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê bakurê Sûriyê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bi giranî bkura Sûriyê ji wan gundê Rebîhat ê bajarokê Zirganê topbaran dikin.

Li gorî malpera Kanala El-Meyadîn, topxanên artêşa Tirkiyê yên li bajarê Ezazê li bakurê Helebê, îro Înê deverên curbicur bi taybet ên sivîl li gundên Eyn Daqne û Bilûniye li derdora herêma Tel Refat li bakurê parêzgeha Helebê kirin armanc.

Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê herwiha gundê Rebîhat ê 2 km dikeve rojavayê bajarokê Zirganê jî topbaran dikin.

Têkildarî ziyanên topbaranê heya niha agahî bi dest neketin.

Serepeyv