Cotmeh 29, 2021 20:41 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: ‘Eman dergeha Şamê ya normalîzekirina têkiliyên bi welatên ereban re ye’

Rojnama El-Ereb çapa Londonê têkildarî rewşa Sûriyê nivîsiye: “Ji bo vegera Sûriyê li Yekitiya Ereban û bi pê re normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re, Urdunê tevgerên xwe di aliyê herêmî û navneteweyî de zêde kirine. Şîrovekar destnîşan dikin ku gelek welatên Ereban hewl didin dîsa têkiliyên bi hikûmeta Beşar El-Esed re vegerînin.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xêt got Cezaîr, Iraq û Urdin dixwazin ku Sûriye vegere nava Yekitiya Ereban.

Ebû El-Xêt piştrast kir ku ger di civîna bê ya Yekitiya Ereban de welatên Ereban li li ser vê proje-biryarê li hev bikin, dibe ku Sûriye li yekitiyê vegere. Wî her wiha desntîşan kir ku gelek welat vê yekê dixwazin.

Tevgerên vê dawiyê di aliyê têkiliyên Urdin-Sûriyê de derketine, hewldanên Urdinê yên normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Şamê re nîşan didin ku Rûsya, Amerîka û heta hejmareke welatên Ereban jî vê yekê venaşêrin. Çavdêr jî dibînin ku normalîzekirina têkiliyên bi hikûmeta Beşar Esed re dê wekî gaveke destpêkê di asta welatên Ereban de be, piştre li gorî guhertinên herêmî û stratejîk dê bikeve asta navneteweyî ku dibe welatên mezin û welatên Ereban di dawiyê de helwesta xwe biguherînin.

Di 12`ê Cotmeha 2011`an de Yekitiya Ereban endamtiya Sûriyê rawestand û banga vekişandina balyozên Ereb ji Şamê kir.

Di salên dawîn de gelek welatan wekî Îmarat, Behreyn û Urdinê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re vegerandin. Her wiha hin welatên Ewropayê jî yên mîna Yewnanistan, Îtalya, Spanya, Romanya û Çekyayê niyeta xwe ya ji nû ve vekirina balyozxanên xwe yên li Şamê tînin ziman.”

Serepeyv