Cotmeh 26, 2021 10:46 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Enstîtuya Tenduristiyê vebû

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh Peymangeheke Tenduristiyê (Health Institute) li Hesekê bi merasîmekê vekir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yekemîn peymangeha tenduristiyê ye ku tê vekirin. Peymangeh ji bo gihandina xebatkarên tenduristiyê dê dersê bide û di 2 salan de wan mezûn bike.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, "Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Hesekê Sîham Mele Elî, hevserokatiya meclisa Herêma Hesekê Xebat Silêman û Semer Abdullah û bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyan û navendên sivîl ên bajêr tevî kadro û xwendekarên peymangehê di merasîma vekirinê de hazir bûn. Peymangeh ji aliyê dayika şehîd Qehraman Çîçek Sultana Ehmed ve hat vekirin."

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa ji bo ANHA'yê axivî û got ku peymangeh bi armanca pêşxistina warê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat vekirin.

PERWERDEHIYA 2 SALAN

Ciwan Mistefa piştrast kir ku xwendekar dê 2 salan di peymangehê de perwerde bibin. Desteya Tenduristiyê 7`ê Îlonê/rezber îsal serîlêdana qebûlkirina xwendekaran ragihandibû û 20'ê mehê de serîlêdana xwendekaran temam bûbû. 11'ê vê mehê ezmûn hat çêkirin û ji xwendekarên serî lê dane  35 jê ji bo Peymangehê Tenduristiyê hatin qebûlkirin.

BEŞÊN DIN JÎ DÊ BÊN VEKIRIN

Li bernameya perwerdehiya peymangehê xwendekar dê 2 salan waneyên teorîk û pratîk hem di peymangehê de û hem di laboratuar û nexweşxaneyan de bibînin. Di pêşerojê de dê beşên mîna texdîr (anestezî), dermannasî, eşîa û laboratuar werin vekirin.

Serepeyv