Cotmeh 23, 2021 14:40 Asia/Tehran
  • Operasiyona berfireh a balefirên şêrr ên Sûriye û Rûsiyê dijî terorîstên Cebheya Nusreyê

Balefirên şêrr ên artêşên Sûriye û Rûsiyê baregehên terorîstên tekfîrî yên Cebheya Nusreyê li Idlibê bi giranî dan ber bombeyan.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Meyadînê, Balefirên şêrr ên artêşa Sûriyê di van êrîşan da ji bilî baregehên terorîstên Cebheya Nusreyê, depoyên wan ên çekan jî kirin armanc.

Hevdem balefirên şêrr ên artêşa Rûsiyê jî baregehên terorîstên tekfîrî yên Cebheya Nusreyê kirin armanc û ziyanên giran li wan xistin.

 

Ji dema pêkhatina navçeyên Kêmkirina Kêşeyê li deverên cûr bi cûr ên Sûriyê bi taybet li Idlibê, terorîstên Cebheya Nusreyê her car vê rêkeftinê binpê dikin.

 

Serepeyv